Dadgehê biryar da Davutoglu di Doza Tahîr Elçî de were guhdarîkirin

Li Diyarbekirê di doza kuştina Tahîr Elçî de dadgehê biryara serîlêdana zanyariyên Ahmed Davutoglu da
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê di doza kuştina Tahîr Elçî de dadgehê biryara serîlêdana zanyariyên Ahmed Davutoglu da. Doz ji aliyê Baroyên Cinêv û Parîsê ve jî hat şopandin û mafnasan amaje kirin ku ji destpêkê ve doz ji cidiyetê dûr e û bê serûber e.

Li Diyarbekirê 5. Doza Kuştina Tahîr Elçî dema Serokê Baroya Diyarbekir bû hatibû kuştin, birêve çû.

Ji rojavayê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek baro, siyasetmedar, malbata Tahîr Elçî  di dozê de beşdar bûn û parêzeran ji dadgehê xwestin ku bertawan li salona dadgehê werin darizandin û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu were guhdarîkirin.

Dadgehê daxwaza anîna bertawanan qebûl nekir lê guhdarîkirina Ahmet Davutoglu hat qebûlkirin.

Mafnas Mehmet Emîn Aktar jî got ku nayê qebûlkirin wek çavdêr Davutoglu were guhdarîkirin ji ber Davutoglu berpirsê siyasî yê bûyerê ye.

Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku Ahmet Davutoglu wê demê serokwezîr bû, berpirsê siyasî yê vê dozê ye, nabe wek çavdêr were guhdarîkirin. Wê rojê çi bû, kesên hatin wê derê çawa hatin. Çima hatin, çawa hatin kuştin. Ev pirs hemû hîn jî bêbersiv in, hîn gavek şênber nehatiye avêtin.”

5. Doza Kuştina Tahîr Elçî ji aliyê rêxistin û hiquqnasên biyanî ve jî hat şopandin. Baroyên Parîs û Cinêvê amaje kirin ku ew ê derbarê doza kuştina Tahîr Elçî de û derbarê parêzerên di bin xetereyê de ne raportek amade bikin û heta mehekê pêşkêşî Baroya Diyarbekirê bikin.

Endamê Baroya Parîsê Dmond Claude ji K24ê re ragihand: “Em li ser navê Baroya Parîs û Cenevê li vê derê ne. Bi tenê ji bo çavdêriya dadgehê li vê derê ne û dê ji bo hevkarên xwe raportan amade bikin ku pêwîste çi bikin. Divê rêz li serweriya yasayê bê girtin, em tenê ji bo vê yekê li vê derê ne.”

Piştî 5. Doza Kuştina Tahîr Elçî Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren bi civîneke çapemeniyê ragihand ku dadgehê biryar daye doz were taloqkirin û doza di dorê de jî dê 23yê mijdarê were dîtin û Nahît Eren da zanîn ku gelek daxwazên wan ên rewa hatine redkirin û ev yek helwesteke nehiqûqî ye.