Li ser bombebarana îro ya li Sinûnê zanyariyên nû

Rêveberê Nexweşxaneya Sinûnê Dr. Heyder Bênav hûrgiliyên li ser bombebarana îro ya ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve bo ser nahiya Sinûnê ya li navçeya Şingalê eşkere kir.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Nexweşxaneya Sinûnê Dr. Heyder Bênav hûrgiliyên li ser bombebarana îro ya ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve bo ser nahiya Sinûnê ya li navçeya Şingalê eşkere kir.

Dr. Heyder Bênav ji K24ê re ragihand, piştî bombebarana îro ya firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê, 6 endamên encûmena PKKê bi birîndarî gihandin Nexweşxaneya Sinûnê, ku 3 ji wan birîna wan giran e.

Li aliyê din, efserekî polîs li nahiya Sinûnê ji K24ê re eşkere kir, 4 endamên pileyên bilind ên Encûmena Gel di bombebaranê de hatine kuştin, ku xelkê Rojava û Bakurê Kurdistanê ne û erkê wan tevlîkirina xelkê Şingalê bo nav rêzên PKKê bû.

Îro çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan, baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li nahiya Sinûnê ya li qezaya Şingalê hat bombebarankirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê baregeha YBŞê ya li Sinûnê bombebaran kirine.

Ji aliyê xwe ve, Dije Terora Kurdistanê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê li Şingalê bombebaran kir û bû sedema ziyanên canî û madî.

Piştî bombebaranê jî, nişteciyên Sinûnê çûn ber baregeh YBŞê ya li Şingalê û daxwaz kirin ku demildest ji cihên niştecîbûna welatiyan derkevin, ji ber ku hebûna baregehên wan bûye metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyên sivîl. Ji ber vê yekê jî alozî di navbera xelk û çekdarên YBŞê de derket.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ser bi PKKê ve ye û baregehên wê li çend navçeyên Şingalê hene û di dema borî de alozî di navbera wê û artêşa Iraqê de derketibû û bûbû sedema koçberbûna hejmareke mezin ya xelkê ber bi Duhokê ve.