Serok Barzanî û Balyoza Amerîka pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Barzanî hizir û nêrînên xwe derbarê proseya siyasî û çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê de nîşan dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Hezîrana 2022an pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.

Di hevîtinê de ku Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Pallandino amade bû, Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna balyoza nû ya Amerîka kir û hêviya serkeftinê di erk û karên wê yên nû de xwast.

Rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhatên di nava proseya siyasî ya Iraqê de, mijareke din a vê civînê bûn û Serok Barzanî hizir û nêrînên xwe derbarê proseya siyasî û çareserkirina qeyrana siyasî ya Iraqê de nîşan dan.

Her di vê civînê de, Balyoza Amerîka li Iraqê ji bilî amajedana bi aramiya Herêma Kurdistanê, ew jî tekez kir ku welatê wê di piştevanîkirin û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşvebirina pêwendiyan di warên cuda de berdewam dibe.