Daxuyaniya Astana: Çareseriya krîza Sûriyê, ne bi çareseriyeke leşkerî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Xebatên gera 18an a danûstandinên Astana ku li Paytexta Kazaxistanê Nur Sultan bi amadebûna şandên rêjîm û opozisyona Sûriyê û nûnerên welatên garantor îro birêve çûbû, bi dawî bûn û di daxuyaniyeke hevbeş de tekezî li ser serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê hate kirin.

Daxuyaniyê tekezî li ser asayîkirina domdar a rewşa li Idlibê û derdora wê kir, di nav de rewşa mirovî û herwiha tekezî li ser jinavbirina DAIŞê û Cebhet El-Nusra û hemû kes, kom, sazî û rêxistinên girêdayî El Qaîde û DAIŞ’ê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Aliyên beşdar di civînê de rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku ewlehî û aramiya mayînde li vê herêmê tenê li ser esasê parastina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê pêk tê. Alî hemû hewldan ji bo afirandina ‘rastiyên nû’ li ser erdê red kir, di nav de jî destpêşxeriyên neyasayî yên derbarê avakirina Rêveberiya Xweser bi bihaneya şerê li dijî terorê.”

Daxuyaniyê herwiha daxwaza piştevaniyê ji bo baştirkirina rewşa mirovî li Sûriyê, pêşketina di proseya çareseriya siyasî û zêdekirina alîkariyan di hundirê Sûriyê de kir.

Aliyên beşdar, êrîşên leşkerî yên Israîlî li ser Sûriyê şermezar kirin, ku binpêkirina yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê û welatên cîran e û gefê li aramî û ewlehiya navçeyê dike.

Welatên garantor tekezî li ser wê kirin ku çareseriya krîza Sûriyê, ne bi çareseriyeke leşkerî ye. Her wiha pabendbûna xwe bi pêşvebirina proseyeke siyasî kirin ku bi riya Sûriyan bi xwe û bi alîkariya Netewên Yekgirtî û li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) be.

Welatên garantor tekezî li ser giringiya rola Komîteya Destûrî ya Sûriyê ya ku bi beşdariya dewletên garantor ên pêvajoya Astanayê hatiye damezirandin, kirin.