MHPê şaxa partiya xwe ya li Diyarbekirê girt

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin.
Şaxa MHPê ya li Diyarbekirê
Şaxa MHPê ya li Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa  MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin û herwiha rêxistina bajêr jî hatiye betalkirin. MHPê li medyaya civakî ragihand ku pêwîst hatiye dîtin ku gavet wisa were avêtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Semîh Yalçin li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku wan biryar dane Şaxa  MHPê ya Diyarbekir bidin girtin û herwiha Yalçin dide zanîn ku rêxistina bajêr a MHPê jî hatiye betalkirin.

Yalçin di daxuyaniya xwe de dibêje li gorî xalên rêznameya partiya wan ên peywendîdar pêwîst hatiye dîtin ku ev biryar were dayîn.

Serokatiya Şaxa Diyarbekir a MHPê ji aliyê Cîhan Kayaalp ve ji sala 2018an ve dihat kirin.

Ji aliyê MHPê ve derbarê çarenûsa MHPê ya Diyarbekir de hîn jî daxuyaniyek nehatiye ragihandin.