Li Herêma Kurdistanê rêkarên tund ji bo rêgirtina li nexweşiya kolera tên cîbicîkirin
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Tendirustiyê li Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, rêkarên tund ji bo kontrolkirina nexweşiya zikçûnê û rêşlibergirtina belavbûna nexweşiya kolerayê, cîbicî dikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, plana berfireh ji bo vê mebestê ragihandine û arasteyî rêveberiyên giştî yên tendirustiya parêzgeh û îdareyên serbixwe dikin.
Herwiha tekezî li zêdekirina karên pêwîst ji bo aktîvkirina lijneyên fermangeh û parêzgeh û îdareyên serbixwe û tîmên dîtina halet û şiyana taqîgeh û pişkinîn û derman û pêwîstiyên bijîşkî û nexweşxaneyan ji bo pêşwazîkirina pêketiyan hat kirin.
Hat diyarkirin ku divê hevahengî ligel Wezaretên Bajarvanî û Çandinî û berfirehkirina helmeta hişyariya tendirustiyê ji bo welatiyan bi rêya dezgehên ragihandinê û mamosteyên olî yên rêzdar û çavdêrîkirina cihên giştî li nav bazar û xwaringeh û çavkaniyên vexwarinê were kirin.