Macron: Şer cardin vegeriyaye Ewropayê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir, şeş pakêtên siza ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi ser Rûsyayê de hatine sepandin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron
Serokê Fransayê Emmanuel Macron

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir, şeş pakêtên siza ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi ser Rûsyayê de hatine sepandin.

Emmanuel Macron di serdana xwe de bo welatê Moldovayê ragihand, şer cardin vegeriyaye Ewropayê û got: “Vî şerî gef li ser Moldova, navçe û Ewropayê dirust kiriye.”

Macron diyar kir: “Ev bûyerên li dûriya çend sed kîlometre li Ukraynayê diqewimin, bûne gef li ser seqamgîriya hemû Ewropa û encamên wê yên berçav li ser jiyan û aboriya cîhanê hene.”

Serokê Fransayê eşkere kir, sepandina şeş pakêtên siza bi ser Rûsyayê de, bûye sedema wê yekê ku lêçûna êrîşkirina ser Ukraynayê bo Moskowê, giran bibe.

Emmanuel Macron herwiha destnîşan kir, ew yekem Serokê Fransayê ye ku piştî derbasbûna 24 salan, serdana Moldovayê dike.

Moldova welatekî Ewropî û xwedî sîstema komarî ye, dikeve navbera Ukrayna û Romanyayê, çavên Rûsyayê li ser wî welatî ye û dixwaze Moldovayê tevlî welatê xwe bike.