Rêveberên Şaxa Rêxistina MHPê ya Diyarbekirê hatin desteserkirin
Diyarbekir (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê ya MHPê yê berê Cîhan Kayaalp ku ji aliyê navenda partiya xwe ve ji peywirê hatibû dûrxistin, hate binçavkirin. Cîhan Kayaalp li gel 3 kesan hatiye binçavkirin.
Piştî ku Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ragihand ku Şaxa MHPê ya Diyarbekir hatiye girtin û rêveberiya bajêr hatiye betalkirin, Serokê Şaxa Diyarbekirê ya MHPê yê berê Cîhan Kayaalp li gel 3 kesan hat binçavkirin.
Cîhan Kayaalp û rêveberên MHPê yên berê, bi fermana Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê nîvê şevê hatin binçavkirin û kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê heye û hîn nehatine peydakirin jî hene.
Hat ragihandin ku Cîhan Kayaalp li rêveberên berê yên MHPê bo Avahiya Gerînendehiya Ewlekariyê hatine birin û dê îfadeya wan wergirtin.
Li gorî çavkaniyên herêmî Cîhan Kayaalp bi îddaya gendelî, gefxwarin û şantajê hatiye binçavkirin.