Merasîma nasandina zincîreyek pirtûkên projeya documentary ya şoreşên Barzan birêve çû

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Barzanî, li Hewlêrê merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên projeya documentary ya şoreşên Barzan birêve çû.

di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: Serok Barzanî got: “Ev cara yekem e projeyeke akademî ya serdemyane li ser xebat û têkoşîna sê sembolên mezin ên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê (Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî) bi hev re û bi piştbestin bi belgenameyên arşîva Îranî û Osmanî tê kirin.