ÇGD: Deshilat dixwaze bi her awayî medyayê kontrol bike

Li Tirkiyê partiya Deshilatdar Ak Partî û hevkarê vê partiya netewperest MHP piştî xebatên du salan yaseya medyaya civakî û çapemeniyê ya ku 40 xalan pêk tê amade kir.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê partiya Deshilatdar Ak Partî û hevkarê vê partiya netewperest MHP piştî xebatên du salan yaseya medyaya civakî û çapemeniyê ya ku 40 xalan pêk tê amade kir û yase di lijneya edaletê de hate qebûlkirin. Rêxistinên rojnamegeren li dijî vê yaseyê derdikevin û dibêjin deshilat ber bi hilbijaartinan dixwaze medyayê temamî bitepisîne. Rojnamevanên nêzî hikûmetê jî dibêjin ev yasa tenê ji bo pêşîlêgirtina nûçeyên derew e.

Li Tirkiyê Yasaya ku ji aliyê partiya desthilatdar Ak Partî û şirîkê wê MHPê ve hatiye amadekirin yaseya medyaya civakî û malperên înternetê yên çapemeniyê ku ji 40 xalan pêk tê li parlementoya Tirkiyê di lijneya edaletê de hate qebûlkirin. Di vê  yaseya 40 xalî de ji bo kes û rojnamegerên ku sûcê "bi qesdî zanyariyên ku gel pê bixape û manîpule bike belav bike" kiribin ji salekê heta 3 salan cizayê hepsê tê xwestin. Li gel vê yekê ger hikûmet bixwaze dê venêrîna naveroka hesabên torên medyaya civakî ya kesan jî yên kesan bike. Deshilat dibêje ku bi vê yaseyê ew dixwazin pêşiya nûçeyên derew û dezenformasyonê bigrin.

Lê li gorî Serokê Komeleya Rohnamevanên Nûjen (ÇGD) Can Gûleryûzlû ev yaseya Medyayê bi sê armanca tê amadekirin û tê wastin medya temamî bê kontrolkirin.

Serokê ÇGDê Can Gûleryûzlû ji K24ê re got: “Ev pêşniyaz yase di esasê xwe de li ser sê mijaran hatiye amadekirin. Berî her tiştî hikûmet dixeze bi vê yaseyê karta çapemeniyê ekontrol bike û tenê bide layenên xwe. Armanca duyemîn jî ew e hikûmet nuçe an jî agahiya ku li ser înternetê ji bo xwe rast nebine dê asteng bike û kesê ev agahî parvekirî heta 4 sala dê ciza bike. Dawiya dawî beriya hilbijartinan ji bo ku gel li ser medyaya civakî bertekên xwe nişan nede û ji bûyeran agahdar nebe ev yase tê amadekiri da ku medya temamî bê kontrolkirin.”

Beramberî vê yekê rojnamevanên nêzî hikûmetê jî dibêjin herçiqas yaseyeke tevlîhev be jî di eslê xwe de yasa ji bo medyaya herêmî û înternetê sûdbexş e.

Nûnerê Enqerê yê Rojnameya Mîlatê Neşat Gûndogdu dibêje: “Ev bi salan bû serokkomar Erdogan digot lazime dijî dezenformasyona li ser medyaya civakî verastkirinek bê kirin. Piştî hevdîtinên dûv dirêj ev pêşniyazyase hate amadekirin. Belê raste hin tevlhevî hene. Lê belê bi vê yaseyê medyaya înternetê û medyaya herêmî di warê aborî de dê ji dahatên reklamên hikûmetê sûd jê verbigrin. Herwiha bi vê yekê dê pêşiya nûçeyên ku gel dixapîne bê girtin.”

Herwiha Li gorî raporta Enstitûya karûbarên Rojnamegeriyê ya Reutersê ya sala 2022an di nava 46 welatan de herî zêde li Tirkiyê rojnamevan ji ber enflasyon, zextên siyasî, rewşa derasyaî ya aborî û kiryarên hikûmetê zirar dibinin û di warê darayî de rewşa rojnamevanên li Tirkiyê cihê metrsiyê ye.