Xwendekarên Bakur daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dikin

Serdema Perwerdehiyê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê bi dawî bû. Îsal di qada perwerdehiyê de mijara herî derketî pêş xwedîlêderketina Kurdan a perwerdehiya bi Kurdî bû.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Serdema Perwerdehiyê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê bi dawî bû. Îsal di qada perwerdehiyê de mijara herî derketî pêş xwedîlêderketina Kurdan a perwerdehiya bi Kurdî bû û xwendekaran di roja dawî ya dibistanê de careke din daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin.

Serdema Perwerdehiya 2021-2022 ya ku 6ê Îlonê dest pê kiri bû di 17ê Hezîranê de bi dawî bû û li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê 18 milyon xwendekaran qerneyên xwe sitandin û derketin betlaneyê. Di roja dawî ya dibistanê de nava xwendekaran de kelecana qerne û betlaneyê hebû û xwendekarên ku qerneyên xwe sitandîn jî daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin ku îsal ev yek di nava Kurdan de di qada perwerdehiyê de mijara sereke bû.

Xwendekar: “Waneya kurdî jî hebe baş dibe. Kurdî zimaneke xweş e. Çima ingilîzî, fransî, almanî, tirkî heye lê Kurdî nîne. Em dixwazin waneya Kurdî hebe, bijare be jî neçarî be jî bila hebe.”

Xwendekar: “Waneya Kurdî hebe em keyfxweş dibin. Em dixwazin waneya Kurdî jî hebe.”

Serdema perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ya 2021-2022yan piştî navberek sal û nîvê ji ber pandemiyê hatibû dayîn dest pê kiribû û xwendekar demek dirêj ji dibistanê dûr ketibûn. Xwendekar dibêjin wan bêriya hevalên xwe kiribûn lê ji ber çarenusa nediyar a xwendekaran ew bi fikar in.

Xwendekar: “Em nizanin piştî dibistanê dê rewşa me çibe. Em nizanin emê çi karî bikin, çarenusa me nediyar e. Em dixwînin lê tiştek nediyar e.”

Îsal eleqeyek baş bo waneya bijare ya zimanê Kurdî hebû lê hjmara serîlêdanê hîn nediyar e ku serdema perwerdehiya 2022-2023yê 12ê îlonê de dest pê dike û tê pêşbînîkirin ku hijmara serîlêdanê û mamosteyên bo waneya bijare ya kurdî hatine peywirdarkirin beriya 12ê îlonê were ragihandin.