Li Bakur û Tirkiyê 3 milyon û 243 hezar kes beşdarî ezmûna zanîngehê bûn

Beşdarên ezmûnê bi armanca bidestxistina mafê xwendina zanîngehê ketin ezmûnê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan kes beşdarî ezmûna zanîngehê dibin. Îsal yekem car e ku ezmûna bêbend tê kirin. Beşdarên ezmûnê bi armanca bidestxistina mafê xwendina zanîngehê dikevin ezmûnê. Beşdaran ragihandin ku hêviya wan ew e serencama xebata xwe bidest bixin. Malbatên başdaran jî amaje kirin ku; zarokên wan bi şev û roj ji bo vê ezmûnê xebitin û hêviya wan ew e ku beşeke bi dilê xwe bidest bixin.

Li Bakur û Tirkiyeyê, 3 mîlyon û 243 hezar û 425 kes li 208 navendan beşdarî ezmûna zanîngehê dibin. Ezmûn dê du rojan di sê rûniştinan de bê kirin. Di roja yekem de ji beşdaran 120 pirs tê kirin û tê xwestin ku di 165 xulekan de bersivê bidin. Beşdarên ezmûnê gotin; ew di salekê de bi şev û roj xebitîn û niha jî dixwazin ku bi dereceyeke baş ji ezmûnê biborin û beşa ku dixwazin li zanîngehê bixwînin.

Xwendekarê bi navê Xelîl Îbrahîm Samsal ji K24ê re diyar kir: “Armanca min ew e ku ez bibim beytar. Par jî ez beşdarî ezmûnê bûm. Ji ber pandemiyê zehmet bû. Înşalleh em dê îsal qezenc bikin.”

 Xwendekar Serhat Karadaş destnîşan kir: “Ez îsal xebitîm, min jî got ka ez ê xwe biceribînin. Înşalleh emê dereceyeke baş bidest bixin. Ez dixwazim beşa tenduristiyê bixwînim.”

19ê mehê roja yekşemê rûniştina duyem ya ezmûnê birêve diçe. Ji beşdaran 160 pirs tên kirin û tê xwestin ku van pirsan di 180 xulekan de bibersivînin. Ezmûna zimanên biyanî jî roja yekşemê tê kirin û 80 pirs ji beşdaran tê kirin. Her kesê ku derçûyîyê dibistana amadeyi be dikare beşdarî vê ezmûnê bibe. Malbatên ku bi zarokên xwe re hatîn ber derê dibistanan jî ji bo serkeftina wan dua kirin, Qur’an xwendin.

Dayîka xwendekarekê ya bi navê Melîhe Dînç got: “Li malê ti heyata keça min nema bû, her li dersxaneyê bû.  Heta saet 1-2yê şeve dixebitî. Em jî hêvî dikin ku ji qezenc bike. Ez dixwazim keça min bibe mamoste. Em li hêviya keça xwe ne. Xwedê bidest hemiyan ve bîne.”

Jiyan Yeşîlirmak ku xizmên wî beşdarî ezmûnê bûne, got: “Birayê min, biraziyê min û hevalên min beşdarî ezmûnê dibin. Bi taybetî bi pandemiyê re me pêvajoyeke zehmet jiya. Zarokên me par jî beşdarî ezmûnê bibûn lê encamên wan nebaş bûn; hêviya me ew e ku îsal encamekî baştir bidest bixin.”

Hin kesên ku dereng hatin ber derê dibistanê, nekarîn beşdarî ezmûnê bibin.

Ji bo ku kesek bikaribe li zanîngehê beşekî wekî bijîşkî, endezyarî an jî parêzerî bixwîne divê ji 280 pirsan herî kêm 162 pirsan rast bibersivîne. Encamên ezmûnê dê 20ê Tîrmehê bên aşkerekirin. Li gorî daneyên fermî yên 2021an; li Bakur û Tirkiyeyê 8 milyon û 240 hezar xwendekarên zanîngehê hene. Her ji 100 kesên bêkar 27ê wan derçûyîyên zanîngehê ne.