Mesrûr Barzanî bo derçûyên zanîngehê: Hûn avakerên siberoja Kurdistanê ne

"Siberoja me di destê we de ronî ye."

Hewlêr (K24) – Piştî beşdarbûna di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berê xwe da xwendekarên derçû û diyar kir: “Hûn avakerên siberoja Kurdistanê ne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê bû û gotarek pêşkêş kir, piştî merasîmê, li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez kêfxweş im ku di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê ya sala 2022yan axivîm û min bi we re ev destkeft pîroz kir.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din a twîta xwe de tekez kir: “Hûn avakerên siberoja Kurdistanê ne, siberoja me di destê we de ronî ye.”