Li Tirkiyê karesatên keş û hewayê jiyana xelkê dijwar dike

Enqereya paytexta Tirkiyê ev hefteyek e di bin bandora baranên bihêz de ye. Lehiyên di encama baranên derasayî de, li Enqerê bûn sedema mirina 4 kesan.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê di salên dawîn de, rêjeya karesatên keşûhewayê gelek bilind bû. Enqereya paytexta Tirkiyê ev hefteyek e di bin bandora baranên bihêz de ye. Lehiyên di encama baranên derasayî de, li Enqerê bûn sedema mirina 4 kesan.

Hişkatî, şewatên daristanan, gijlok û lehî, li Tirkiyê ev bûyerên derasayî yên keşûhewayê di salên dawîn de bi avayekî bêrêje zêde bûn.

Li Enqereya paytexta Tirkiyê jî bi lehiyên di rojên dawîn de sekte li jiyana welatiyan girt. Hejmara kesên ji ber lehiyê canê xwe ji dest dayî gihişt 4an. Her wiha welatiyek jî winda ye.

Li Enqerê jiyana rojane, ji ber baranê rawestiya. Navçeya Akyurta Enqerê, xisara zêdetirîn, ji lehiyan dît. Welatiyên ku xisar ji lehiyan dîtin, qeyrana keşûhewayê wiha rave dikin.

Welatiyê bi navê Ahmet Saglam diyar kir: “Piştî baranek qasî yek û nîv saetan, tejî nava garaja me av bû. Me çi tişt nekir. Ma emê çi bikin? Em nikarin avê ravestînin. Ji ber ku lêre binesazî baş nîne, ava ku lêre kom bûyî jî, her lêre ma. Nîvro baran barî, şevê me şiya dest bi paqijiyê bikin.”

Li aliyê din xwediya mala di bin heriyê de mayî Fîkriye Saglam jî, ji nerawestana baranê ditirse.

Fikriye Saglam got: “Roja şemiyê yekem car lehiyê mala me da, ji hingê pê ve em paqijiyê dikin. Heta hefteyeke din jî em paqij bikin ev heriye xilas nabe. Navmala me, parêzê min hemû tişt herimî. Heger careke din baran bibare nizanim emê çi bikin.”

Li gorî şarezayên keşûhewayê, guherîna sirûştî dibe sedema bûyerên wiha yên derasayî, lê belê, piştî baranên bihêz, bihêsanî rabûna lehiyan, bi plansaziya binesaziya bajaran re jî ji nêz ve pêwendîdar e, bêrêje zêdebûna avahiyan nahêle ax, ava baranê bikêşe nav xwe.