Li Silêmaniyê haletên zikçûnê zêde bûne: 4 hezar kes nexweş ketin

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, di nava 6 rojên borî de nêzîkî 4 hezar haletên pêketina nexweşiya zikçûn û îshalê li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin tomarkirin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, di nava 6 rojên borî de nêzîkî 4 hezar haletên pêketina nexweşiya zikçûn û îshalê li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin tomarkirin.

Dr. Sebah Hewramî eşkere kir, haletên ku li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin razandin, haletên giran jî tê de ne, nexweş têne tedawîkirin.

Duh jî Rêveberê Nexweşxaneya Cemal Ehmed Reşîd a Zarokan Dr. Pişder Ebdullah ji K24ê re ragihandibû, di nava çend rojên borî de zarokekî 3-4 salî ji ber zikçûn û îshalê canê xwe ji dest da.

Hefteya borî, Dr. Sebah Hewramî di civîneke çapemeniyê de ragihandibû, rêjeya pêketina nexweşiya zikçûnê li parêzgeha Silêmaniyê gelek zêde bûye û gumana wê yekê dikin ku nexweşiya kolerayê be.