Herêma Kurdistanê du kompaniyên petrolê dadimezrîne

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze du kompaniyên navxwe yên petrolê damezrîne, yek ji wan erkê wê lêgerîna petrolê, ya din jî ji bo hinardekirin û firotina wê.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze du kompaniyên navxwe yên petrolê damezrîne, yek ji wan erkê wê lêgerîna petrolê, ya din jî ji bo hinardekirin û firotina wê. Endamekî Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya li Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Damezrandina van du kompaniyan dê dahateke mezin bo xezîneya hikûmetê vegerîne.”

Endamê Lijneya Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî ya li Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî ragihand: “Eger em bikarin cîbicî bikin, kompaniya niştimanî ya me hebe, petrolê bibîne û bifiroşe, pereyên ku ji bo vî warî têne xerckirin, dê vegerin xezîneya hikûmetê.”

Rêbwar Babkeyî eşkere kir: “Ev hewldan gelek jîrane û stratejîk e ji bo çareseriya vê mijarê, çimkî di dema dîtina petrolê de heta niha peymana hikûmetê ligel kompaniyê, hevparî bûye ku nîvê dahatê ji bo kompaniyê ye.”

Ev pêngav di demekê de ye ku niha ev du erkên warê petrolê, beşek jê ji aliyê kompaniyên biyanî ve tê encamdan, vê jî wisa kiriye ku %47ê dahata petrolê biçe kompaniyan, ev rêje jî encama pêdaçûna Kabîneya Nehem e, beriya niha ev rêze zêdetir bû.

Pisporê Petrolê Govend Şêrwanî dibêje: “Ev pêngav rêyek e ji bo çareserkirina kêşeyan di warê birêvebirina petrola Herêma Kurdistanê de.”

Govend Şêrwanî destnîşan kir: “Li gor pêşniyara hikûmetê, yek ji kompaniyan ji bo pişkinîn û derxistin û veguhestina petrolê ya bi navê Krok, ya din jî ji bo firotina petrolê ya bi navê Komo, ev sîstem di yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê de heye.”

Beriya niha, Hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê, daxwaz kiribû ku kompaniya petrola Kurdistanê li Hewlêrê were damezrandin û di bin serperiştiya Wezareta Petrolê ya Iraqê de be, lê belê ev daxwaz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat redkirin.