Nav û wêneyê yek ji kuştiyên Kelarê hat eşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de wêne û navê kesê ku di bombebarana firokeya bêfirokevan a Tirkiyê de li Kelarê hat armanckirin, eşkere kir.
Li gor daxuyaniyê, yek ji wan kesên ku li Kelarê otomobîla wan hat armanckirin, navê wî Ferhad Çelebî ye û Cîgirê Hevserokê Encûmena Tenfîzî ya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku ji bo çend pişkinîn û çareseriya bijîşkî werbigre, hatiye Silêmaniyê.
Roja înê Dije Terora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li gor zanyariyan, otomobîleke ji cûreya jeep li nêzîkî sayloya Kelarê ji aliyê firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê ve hat armanckirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, kesên hatine armanckirin, çekdarên PKKê ne.