Li Silêmaniyê gelek haletên kolerayê hatin tomarkirin

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê zêdetirî 50 haletên pêketina kolerayê hatin tomarkirin.

Silêmanî (K24) – Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê zêdetirî 50 haletên pêketina kolerayê hatin tomarkirin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, "10 halet li taqîgeha Bexdayê hatine piştrastkirin, ku li Silêmaniyê tûşî kolerayê bûne, li cem me jî 56 halet pozîtîv derketin".

Parêzgarê Silêmaniyê jî di konferansa rojnamevanî de ragihand, "tiştê ku me ji vê kolerayê derbas bike, hişyariya welatiyan û xweparastin e".

Herwiha diyar kir: “Em ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin alîkar bin, da ku em bikarin rûbirûyî vê rewşa tendirustiyê bibin, ku li ser tendirustiya giştî û her kesî, gef e.”