Îsraîl gef li Îranê xwar: Eger hûn êrîşî Îsraîliyên li Tirkiyê bikin hûn ê berdêla wê bidin

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett welatiyên xwe hişyarî dike ku ji ber egera êrişên Îranê, serdana Tirkiyê û taybet Stenbolê nekin. Bennett da xuyakirin, ew hewlên êrişên Îranê dişopînin û ew Bibiryar in, beriya ku êriş bên kirin, van êrişan jinav bibin.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett îro Yekşemê di destpêka civîna heftane ya Encûmena Wezîran de axivî û eşkere kir, eger Îsraîlî bêne armanckirin, dê Îran berpirs be.

Bennett got: “Em hewlên êrişên Îranê yên li ser Îsraîliyên li deverên cuda cuda dişopînin. Hêzên Ewlekariya Îsraîlê hewl didin, beriya ku êriş bên kirin, wan êrîşan ji nav bibin. Em niha kesên ku terorîstan dişînin dikin armanc. Pîvana me ya nû ev e, kî teroristan bişîne, dê bacê bide.”

Her wiha got: “Li aliyê din, me hişyarî daye welatiyên xwe ku serdana Tirkiyeyê, taybet Stenbolê nekin. Metirsî hê jî mezin e. Ez bang li welatiyên Îsraîlê dikim, bi berpirsiyarî tevbigerin û li ewlekariya xwe bigirin.”

Ev helwest piştî wê yekê tê, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê pêştir gef xwaribû ku “Îsraîl dê bersiva her êrîşeke Îranê li dijî welatiyên xwe li her cihekî cîhanê bide.”

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê careke din hişyarî da ku şaneyên Îranê hewl didin Îsraîliyên ku ji bo geştiyariyê serdanan Stanbolê dikin, bijkujin yan birevînin.