Serokwezîr Mesrûr Barzanî rewşa nexweşiya Kolera ligel Wezîrê Tendirustiyê gotûbêj dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonê de ligel Wezîrê Tendirustiyê li rewşa nexweşiya Kolêrayê pirsî û daxwaza girtina tedbîrên rêgirtina li belavbûna wê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi riya telefonê pêwendî bi Wezîrê Tendirustiyê re kir û li rewşa nexweşiya Kolêrayê pirsî û daxwaza girtina tedbîrên rêgirtina li belavbûna nexweşiya Kolerayê kir.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Tendirustiyê, li rewşa nexweşiyên zikçûna tund û nexweşiya Kolerayê pirsî û Wezîrê Tendirustiyê raspard ji bo pêdaçûnê di rewşa nexweşan de bike û rêkarên tund ji bo kontrolkirina nexweşiyên zikçûn û Kolerayê bigire.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her pêwîstiyekê ji bo berjewendî û selametiya welatiyan nîşan da.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî bi nûnertiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt bajarê Silêmaniyê ji bo pêdaçûnê di rêkarên çareserkirina nexweşiya zikçûna tund û Kolerayê de bike û rêkarên kontrolkirin û rêgirtina li belavbûna zêdetir a nexweşiya Kolerayê bigire.

Her wiha diyar kir jî, Wezîrê Tendirustiyê zêdetir ji 10 ton pêwîstiyên bijîşkî gihandin bajarê Silêmaniyê.