Di nava du hefteyan de 3 koçber li Tirkiyê hatin kuştin

author_image Ercan Dag
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê di demên dawîn de zêdebûna êrîşên li ser penaberan di nava rojeva siyasî û civakî ya vî welatî de bi berfirehî tê nîqaşkirin. Li gor lêkolîner û akademîsyenan piştî gotinên dijayetî yên hin aliyên siyasî di medyayê de hatin belavkirin, êrîşên li ser penaberan jî zêde bû û di nava 2 hefteyan de 3 koçberên Sûriyeyî hatin kuştin.

pirsa penaberan ku wek kêşeyeke global tê amajekirin li Tirkiyeyê jî di demên dawîn de wek babeteke sereke bi taybet di nava partiyên siyasî de zêdetir dibe rojev û penaber wek sedema krîza aborî û civakî ya li vî welatî tê destnîşankirin.

Aktîvîstê Sûriyeyî Taha Elqazî ku piştî destpêka şerê navxweyî yê li welatê xwe koçî Tirkiye kir, amaje kir li gel gelek partiyên siyasî civiyaye da ku çareyek bo penaberan bê dîtin lê partiyên opozîsyonê penaberan bo berjewendiya xwe li hember desthilat bi kar tîne, desthilat jî penaberan li hember Ewropayê wek karteke siyasî bi kar tîne. Elqazî bal kişand ser zêdebûna êrîşên li ser penaberan jî.

Taha Elqazî ji K24ê re got: “Li Ewropayê partiyên çepgir xwedî li penaberan derdikevin lê li Tirkiyeyê partiyên çepgir wek partiyên rastgir reaksiyoneke nexweş li hember penaberan nîşan didin. Ji ber metirsiya êrîşê gelek malbatên Sûriyeyî zarokên xwe naşînin dibistanê. Di nava du hefteyên dawîn de 3 koçberên Sûriyeyî hatin kuştin. Piştî ku hin aliyên siyasî li gel hin dezgehên ragihandinê bi awayeke organîzekirî dijayetiya koçberan kir êrîşên li ser koçberan gelek zêde bû. Gelek koçber dema rastî êrîşan tên naxwazin herin asayîşê çimkî li gelek qereqolan miamaleyeke nexweş li koçberan tê kirin.”

Hikûmeta Tirkiyeyê bo vegera koçberên Sûriyeyî dest bi planeke kir û hewl dide qonax bi qonax koçberan vegerîne welatê wan. Lê li gor Cenk Saracoglu yê akademîsyen şer bi temamî biqede jî vegera koçberan gelek zehmet e.

Akademîsyen Cenk Saraçoglu dibêje: “Niha 700 hezar zarokên Sûriyê li Tirkiyeyê ji dayik bûne. Li gel vê ji zêdeyî 1 milyon zarokên Sûriyeyî li Tirkiyeyê dixwînin û aşinaya civaka vî welatî bûne. Krîza li Sûriyeyê çareser bibe jî vegera koçberên bo Sûryeyê gelek zehmet e. Eger bi zext û fişarê koçberan bişînin Sûriyeyê ev yek ne hiqûqî û ne ehlaqî ye.”

Li gor amarên fermî 3 milyon û 700 hezar koçberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn. Piştî nerazîbûna beşeke zêde ya xelkê vî welatî û hin partiyên opozîsyonê hikûmet da zanîn ew ê koçberan vegerînin ser herêmên bakurê Sûriyeyê ku kontrola wan herêman di destê artêşa Tirk û grûbên çekdar ên opozîsyonê de ye.