Salih Muslim û ​​​​​​​Asya Ebdullah bûn hevserokên nû yên PYDê

Asya Ebdullah û Salih Muslim, li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên nû yên PYDê hatin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Asya Ebdullah û Salih Muslim wek hevserokên nû yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin hilbijartin.

Duhî li Hesekê 9emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna 700 delegeyan hatibû destpêkirin.

Di roja duyem a kongreyê de, Asya Ebdullah û Salih Muslim, li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên nû yên PYDê hatin hilbijartin.

Kongrê ji bo hilbijartina 145 endamên Encûmena Giştî û endamên Komîteya Disîplînê ya partiyê berdewam dibe.

Asya Ebdullah di 1971’ê de li gundê Tebke yê navçeya Dêrikê ji dayik bûye. Ew di kongreya 5'emîn a PYD de ku 2012an hatibû girêdan, ji bo hevserokatiya PYD’ê hatibû hilbijartin.

Salih Muslim jî ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye. Ew di 2010an de dibe serokê PYDê. Piştî sîstema hevserokatiyê di PYDê de hat avakirin, ew di 2012an de ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin û piştre jî di 2015an de jî careke din dibe hevserokê wê partiyê.