Serokê Îsraîlê bi Erdogan re li ser gefên Îranê gotûbêjan dike

Serokomarên Tirkiye û Îsraîlê bi riya telefonê pêwendiyên dualî, şerê li dijî terorê û mijarên navçeyê gotûbêj kirin
Serokê Îsraîlê Îsaq Herzog û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan - Arşîv
Serokê Îsraîlê Îsaq Herzog û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarên Tirkiye û Îsraîlê pêwendiyeke telefonê encamdan û kedên berdewam ên ji bo têkbirina hewlên Îranê yên armanckirina Îsraîliyan li Stenbolê gotûbêj kirin.

Nivîsîgeha Serokomariya Tirkiyeyê da xuyakirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Îsraîlê Îsaq Herzog, pêwendiyeke telefonê encamdan û pêwendiyên dualî, şerê li dijî terorê û mijarên navçeyê gotûbêj kirin.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd 23’ê Hezîranê serdana Enqereyê dike û tê çaverêkirin bi berpirsên bilindên Tirkiyê re hevdîtinan bike.

Ev pêwendiya telefonî di demekê de ye, zêdetirî hefteyekê ye, Îsraîl hişyarî dide welatiyên xwe ku ji ber gefên terorê û hewlên Îranê yên revandin an kuştina Îsraîliyan li Tirkiyê, serdana wî welatî nekin.

Serokwezîrê Îsraîlî Naftali Bennett piştrast kir ku welatê wî van rojan bi hewlên Îranê yên armankirina Îsraîliyên li Tirkiyê û cihên din re rûbûbirû ye û da zanîn ku dezgehên ewlekariyê kar ji bo rêgirtina li her operasyoneke terorîstî dikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê jî hişyarî dabû welatiyên xwe ku şaneyên Îranê hewl didin Îsraîliyên ku ji bo geştiyariyê serdana Stanbolê dikin, bijkujin yan birevînin.

Pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê di demên dawî de baş dibin û nakokiyên di navbera Tirkiye û Îranê kûrtir dibin.