800 milyon Dînar ji bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê li Silêmaniyê tê xerckirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî da ji bo xerckirina budceyek hawarhatina bilez ji bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê li Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî pêketina hejmarek kes bi nexweşiya Kolerayê li parêzgeha Silêmaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî da 800 milyon Dînar wek budceya hawarhatina bilez ji bo rêgirtina li nexweşiyên zikçûn û kolerayê, bê xerckirin.

Wezîrê Tendirustî yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro li Silêmaniyê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da ji bo xerckirina 800 milyon Dînar wek budceya hawarhatina bilez ji bo kontrolkirina nexweşiya zikçûn û Kolerayê li parêzgeha Silêmaniyê.

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezîrê Tendirustiyê raspard ji bo pêdaçûn û lêkolînê di rewşa tendirustiyê de bike û piştevaniyê li her karekî bike ji bo rê li ber belavbûna nexweşiya Kolerayê were girtin.