Di 24 demjimêran de 635 nexweşên zikçûnê li Silêmaniyê hatin tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, di 24 demjimêran de 635 nexweşiyên zikçûn û verşînê li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatin tomarkirin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî îro ragihand, di 24 demjimêran de 635 nexweşiyên zikçûn û verşînê li derbasî nexweşxaneyên Silêmaniyê bûne û çareseriyên pêwîst ji bo hatine kirin.

Dr. Sebah Hewramî derbarê rewşa wan de diyar kir jî, piraniya wan baş bûne û ji nexweşxaneyan derketine û vegeriyane malê.

Ji aliyekî din ve, îro Alîkarê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê û Berpirsê Karîger ê Malbenda Tendirustî li Rêveberiya Xweparastina Tendirustî ya Silêmaniyê ligel rêveberên hemû navendê tendirustî yên li parêzgeha Silêmaniyê civiyan, bi armanca girtina rêkarên pêwîst ji bo parastina jiyana welatan ji pandemiya zikçûn û Kolerayê.

Piştî civînê di daxuyaniyekê de hat ragihand, Alîkarê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê daxwaz ji hemû rêveberên navendên tendirustiyê kir, amadehiya temam bikin ji bo pêşkêşkirina xizmetên tendirustiyê ji welatiyan re.

Destnîşan kir jî, Tendirustiya Silêmaniyê bi karname û planeke nû rûbirûyî nexweşiya Kolerayê dibe, eger hejmara nexweşan zêdetir bibe, dê nexweşxaneyên din vekin.