Mesrûr Barzanî: Kurdistan her dem wek penageh dimîne

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Tundûtûjî û çawisandin li Iraq û Sûriyê wiha kiriye ku hejmareke mezin malên xwe bi cih bihêlin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîranê bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan ragihand, Herêma Kurdistanê her dem wek penageh dimîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Tundûtûjî û çawisandin li Iraq û Sûriyê wiha kiriye ku hejmareke mezin malên xwe bi cih bihêlin.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Piraniya me li Herêma Kurdistanê jî demekê koçber bûn, ji ber wê Kurdistan her dem wek penageh dimîne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di tweeteke din de ragihand, “Daxwaz ji Hikûmeta Federal û hevbeşên xwe dikin, salane bi 1.5 milyar Dolar hevkariya me bikin, ta ku pêwîstiyên penaberan dabîn bikin.”

Netewên Yekgirtî salane roja 20ê Hezîranê wek Roja Cîhanî ya Penaberan diyar kiriye, bi sedema şerê navxweyî ya Sûriyê û şerê taîfî li Iraq û êrîşên çekdarên DAIŞê, hejmareke mezin ji gelê Sûriye û Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.