Guterres daxwaza dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyan bo Sûriyê dike

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî: Ji hêla exlaqî ve pêdivî ye ku êşa 4.1 mîlyon mirovên li herêmê hewcedar in sivik bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kir ku peymana xwe ya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Tirkiyeyê bo bi milyonan mirovên li bakurê rojavayê Sûriyê dirêj bike û got: “Em nikarin gelê Sûriyê bi tenê bihêlin.”

Guterres di axaftina xwe ya li Encûmena Asayişa Navdewletî de duhî Duşemê got: “Ez bi bang li endamên Encûmenê dikim ku lihevhatinek li ser derbaskirina alîkariyan di sînor re biparêzin. Ji hêla exlaqî ve pêdivî ye ku êşa 4.1 mîlyon mirovên li herêmê  hewcedar in sivik bikin û wan biparêzin.”

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de, di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatin kêm kirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibûn.

Di vî derî re (Bab El-Hewa) alîkariyên Netewên Yekgirtî yên ku Guterres dixwaze saleke din were dirêjkirin, mehane nêzî 800 kamyon alîkariyê ji Tirkiyeyê derbasî bakurê rojavayê Sûriyê dibûn.

Bi nêzîkbûna dengdana li ser dirêjkirina vê mekanîzmayê ku di 10ê Tîrmehê de bidawî dibe, Rûsya fişarê li Encûmena Asayişa Navdewletî dike ku karê xwe rawestîne, da ku hemû alîkariyê ji Sûriyê re di riya Şamê re derbas bibin.

Rûsiya ku piştgiriya rêjîma Beşar Esed dike dibêje, ev operasiyona NY binpêkirina serwerî û yekperçetiya axa Sûriyê ye û daxwaza gihandina alîkariyan di hundirê welat re dike, bi vê yekê re jî tirsa zêde dibe ku xwarin û alîkariyên din bikeve bin kontrola rêjîmê.