Ehmed Turk: Kurd piştgiriya desthilatê nakin, opozîsyon jî ji bo Kurdan tiştek nû nabêje

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk rexne li helwesta opozîsyona Tirkiye digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk da xuyakirin, ne pêkan e Kurd piştgiriya desthilatê bikin, lê aliyên opozîsyonê jî ji bo Kurdan tiştek nû nabêjin.

Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk yê bi biryara Wezareta Navxwe hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn, bo rojnameyeke Tirkiyeyê axivî û rexne li helwesta opozîsyona Tirkiyê girtin.

Da xuyakirin jî, şeş partî li dor maseyê civiyane û hewl didin desthilatê biguherînin. Lê hê naye zanîn projeyên wan çi ne. Gelo CHP û Îyî Partî ji bo çareseriya pirsa Kurd heman tiştan bibêjin? Aliyên opozîsyonê çima xwe ji HDPê dûr digirin û çima HDP di maseyê de nîne? Eger niha bitirsin, sibe dê çawa bikaribin pirsgirêkan çareser bikin?

Turk got, desthilata Tirkiyeyê xirabiyên mezin kirine û êdî ne pêkan e HDP piştevaniya wan bike, lê aliyên opozîsyonê jî ji bo Kurdan tiştekî cuda nabêje û giring nîne darê zorê di destê kê de ye.