Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkayê rewşa ewlehiya Iraqê gotûbêj kirin

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ya Amerîkayê kir.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ya Amerîkayê kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro sêşemê 21ê Hezîranê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke serbazî ya Amerîkî ya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê li Iraqê General Keith C. Phillips kir, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdan kiribû.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa ewlehiyê ya Iraqê û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê û terorê bi giştî û girîngiya pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge, hêviya serkeftinê di erkên dahatû de li General Keith C. Phillips xwest.

Herwiha hat ragihandin, Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê li Iraqê pesnê rola pêşeng û hewldanên Serokwezîr da ji ber encamdana proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û tekezî li wê yekê kir ku ev çaksazî, sedemên bihêz in ji bo berdewambûna hevkarî û piştgiriyên Hevpeymanan û bi taybetî yên Amerîkayê bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.