Balyoza Amerîkayê bo xelkê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski bi peyameke vîdeoyî ragihand: “Ez kêfxweş im ku li ser kelha ciwan û dîrokî ya li Hewlêrê me.”
Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski
Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski

Hewlêr (K24) – Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski bi peyameke vîdeoyî ragihand: “Ez kêfxweş im ku li ser kelha ciwan û dîrokî ya li Hewlêrê me.”

Alina Romanowski peyameke vîdeoyî belav kir û tê de ragihand: “Min gelek çîrokên nuwaze li ser Herêma we ya ciwan bîhistiye, di heman demê de jî hûn xwedî çanda pirreng û dewlemend in.”

Romanowski diyar kir: “Ez li hember germî û giyanê mêvandostiya we mat mam, bi kêfxweşî lê dinêrim ku ji nêzîk ve we bibînim û serdana hemû deverên we bikim.”

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê herwiha di peyama xwe de destxweşiyê li gelê Kurdistanê dike û pesnê giyanê dîrokî yê hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane ya gelê Kurd dide.

Alina Romanowski dibêje: “Bi rêya hevahengî û gelek hevbeşiyên navbera me, ji bo pêşvebirina asayîş û aboriyeke bihêztir, ez ê bixebitim.”

Herwiha eşkere dike: “Amerîka û Herêma Kurdistanê bi hev re baştir in û ev jî dê berdewam be.”

Balyoza Amerîkayê di dawiya peyama xwe de jî bi zimanê Kurdî spasiyê dike.