Herêma Kurdistanê û Tirkiye ji bo çareseriya kêşeyên hatûçûna geştyaran dicivin

Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Kamî Kemal ragihand; ji bo çareserkirina kêşeyên hatin û çûna geştyaran, çendîn civînên girîng ligel aliyê Tirkiyê hatin encamdan.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Kamî Kemal ragihand; ji bo çareserkirina kêşeyên hatin û çûna geştyaran, çendîn civînên girîng ligel aliyê Tirkiyê hatin encamdan.

Kamî Kemal bi daxuyaniyekê eşkere kir, li ser asta bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê, derbarê giriftên geştyaran de civiyane.

Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl diyar kir, bi mebesta hêsankirina hatin û çûna geştyaran û çareseriya kêşeyên ku li ser sînor li hember geştyaran ligel aliyê Tirkiyê dirust dibe, civîn encam dane.

Herwiha eşkere kir: “Aliyê Tirkiyê bi giringî ve daxwaza bihêzkirina liv û tevgera bazirganî û çareseriya kêşeyên geştyaran cidî wergirtiye, îro 21ê Hezîrana 2022yan şandeke teknîkî ya Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê ji Enqerê û rayedarên Deriyê Sînorî yê Xabûrê serdana Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl kir bi mebesta çareseriya kêşe û giriftan.”