Tirkiye dema şandina leşkerên xwe bo Lîbyayê dirêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyê, biryara şandina leşkerên wî welatî bo Lîbyayê 18 mehên din dirêj kir.

Dema şandina leşkerên Tirkiyê bo Lîbyayê roja 2ê Tîrmehê bidawî dibe. Parlamentoya Tirkiyê bo gotûbêjkirina Pêşniyaznameya Serokomariyê ji bo dirêjkirina dema man û şandina leşkeran bo Lîbyayê civiya.

Di pêşniyaznameya Serokomariyê de tê gotin, bo cibicîkirina agirebestê, pêkanîna yekîtiya siyasî û damezrandina mekanîzmaya dewletê, pêwîstiya wê bi aştî û aramî heye ku rola leşkerên Tirkiyê jî di wê yekê giring tê nirxandin.

Parlamentoya Tirkiyê destnîşan kir, “Hêzên Tirkiyê li ser vexwendina Hikûmeta Lîbyayê li wî welatî ne."

Bi dengên parlamenterên AK Partî, MHP û Îyî Partî, dema mana leşkerên Tirkiyê û şandina leşkerên nû bo 18 mehên din hate dirêjkirin.

Îyî Partî ku ne hevbeşê desthilatê ye, ji şandina leşkeran bo Sûriye û Îraqê re jî gotibû “belê”.

Tirkiye dawiya sala 2019am bi armanca piştevaniya Hikûmeta Trablusê, li dijî Artêşa Netewî ya Lîbyayê, leşkerên xwe şandibûn Lîbyayê.