Li Efxanistanê erdhejeke tund rû da

Li Pakistan û Hindistanê jî hest bi erdhejê hate kirin û bi sedan kes bûn qurbanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî 155 kesan li Afxanîstanê di erdhejeke tund canê xwe ji dest dan û 119 mîlyon kes li Afxanistan, Pakistan û Hindistanê hest pê kirin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand, îro di demjimêrên serê de erdhejeke bi tundiya 6.1 hin herêmên Efxanistan û Pakistanê hejandin.

Wê navendê diyar kir jî, erdhej 44 km dûrî bajarê Khost ê başûrê rojhilatê Afxanîstanê û 51 km di bin erdê de pêk hatiye.

Ajansa Rêvebiriya Karesatan ya Afxanîstanê ragihand, di erdhejê de herî kêm 155 kesan li rojhilatê welat canê xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûne.

Navenda Erdhejnasiya Ewropî jî di tweetekê de da zanîn, li Pakistan, Afxanîstan û Hindistanê 119 milyon kesan hest bi erdhej kirine.