Bin Salman cara yekem e piştî kuştina Xaşiqcî serdana Tirkiyê dike

Tirkiye piştî Îmarat û Îsraîlê, bi Siûdiyê re jî nakokiyên xwe çareser dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî di sala 2018an de, ji bo cara yekem Cihnişînê Siûdiyê Mihemed Bin Salman, di çarçoveya serdaneke fermî de îro digihe Enqerê.

Serokomarê Tirkiyeyê pêştir dabû xuyakirin, ew ê roja Çarşemê 22ê Hezîrana 2022an li Koşka Serokomariyê pêşwaziya Cîhnişînê Siûdiyê Mihemed Bin Salman bikin.

Tirkiye piştî Îmarat û Îsraîlê, bi Siûdiyê re jî nakokiyên xwe çareser dike. Serdana Mihemed Bin Salman ji bo gihîştina bi tîfaqeke nû li hember Îranê giring tê nirxandin.

Berpirsên Tirkiyê didin xuyakirin, tê çaverêkirin, ji mijarên enerjî, bazirganî, geştyarî û veberhênanê de hejmarek rêkeftinên nû bên îmzekirin ku rewşa abriya Tirkiyê baş nîne.

ji aliyê xwe ve Erdogan, di meha Nîsana borî de serdana Siûdî kiribû, piştî kampanyayeke ku mehan dirêj kir, ji bo sererastkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de û hilweşandina dadgeha kuştina Cemal Xaşiqcî li Stenbolê di sala 2018an de.

Pêwendiyên Enqere û Riyadê piştî kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî sala 2018an li Konsulxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê, gelekî aloz bûbûn. Erdogan wê demê jî hikûmeta Siûdiyê sûcdar kiribû.

Enqerê ji meha Nîsana borî ve, hemû rexneyên xwe û dadgehkirina kuştina Xaşiqcî rawestand, û doz sewqî Riyadê kir. Ev gav jî aliyê rêxisitinên mafên mirovan ve hat şermezar kirin û ji aliyê partiyên opozîsyonê ve hate rexnekirin.