Li Diyarbekirê bo bihayên rêwîtiya nav bajêr zam hat ragihandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi bihabûna sotemeniyê re bihayê rêwitiya nav bajêr jî bilind dibe ku li Diyarbekirê di nava salekê de 3 caran zam hat ser rêwitiya nav bajêr. Welatî jî ji bihabûnê bi gilî ne û dibêjin dahat wan êdî têra debarê nake.

Li Diyarbekirê di nava salekê de 3 caran zam hat rêwitiya nav bajêr. Li gorî bihayên herî dawî hatine ragihandin rêwîtiya nav bajêr %40 biha bû û bihayê otobêsên şaredariyê bû 5 lîre, yên otobêsên teybet bû 6 lîre û yên mînîbusan jî bû 6,5. Jura ajokaran a Diyarbekir jî amaje dike ji ber ku salekê de %100 zam hat ser sotemeniyê ew neçar mane bihayan zêde bikin. Ajokarê Otobêsên nav bajêr Adnan Guzel dibêje ew jî ji bihayan ne bi gilî ne û ajokar jî ji ber bihayê sotemeniyê de tangasiyê de ne.

Ajokar Adnan Guzel ji K24ê re got: “Em nikarin lêçunek bo nujenkirina wesaîta xwe bikin. Niha ev zama hatî jî me xilas nake. Em rojane derdora 2 hezar lîre sotemenî dişewitînin. Ji me re tiştek namîne. Krediya vê wesaîtê jî heye dahat têra lêçunê nake. Yewmiyeya me rojane 150-200 lîre ye, niha em 100 lîre jî nastînin. Dema em dişixulin xwarin jî naxwin da ku dahat têra me bike.”

Li Diyarbekirê rojane bi sedhezaran welatî wesaîtên rêwitiya nav bajêr bi kar tînin û zamên dawî hatine ragihandin ji aliyê xelkê ve rastî nerazîbunê tên welatiyên wesaîtên nav bajêr bi kar tînin dibêjin êdî hatine wê astê ku dahata wan têra lêçunên wan nake beşek ji welatiyan dibêjin ew ê neçar bimînin êdî bimeşin.

Welatî: “3 hezar lîre muçe distînim, 10 roj derbas dibe mûçe namîne. Em bi zehmetî debara xwe dikin. Ez li malê dinihêrim, li zarokan dinihêrim, hevjînê min di girtîgehê de ye, li wî dinihêrim, jê re kinc û pere dişinim. Min zarokê xwe ji dibistanê veqetand. Ez nikarim rêkim dibistanê. Ez nikarin heqê rê bidim.”

Welatî: “Mazot wisa bidome ev zam hindike jî. Divê mazot dakeve.”

Welatî: “Ez nikarim bidim, kî dikare bide? Yê dişixule jî pereye xwe dide heqê rê.”

Li Diyarbekirê bihabuna bihayên rêwîtiya nav bajêr mexduriyeteke din jî derdixe holê ku ajokar ji bo ku sotemenî zêde neçe klîmayên wesaîtan jî naşixulînin û bi teybetî di mehên havînê de welatiyên li wesaîtan siwar dibin zehmetiyê dikêşin.