Hejmara qurbaniyên erdheja Efxansitanê zêde dibe

Li gorî amarên dawî, heta niha 920 kesan canê xwe ji dest dan û 600 kes jî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Di erdheja bihêz a li başûrê rojhilatê Afxanîstanê rû daye, herî kêm 920 kesan canê xwe ji dest dan û 600 kes jî birîndar bûne.

Alîkarê Wezîrê Karesatên Xwezayî Şerefedîn Muslim îro Çarşemê got: “Agahiyên ku ketine destê me diyar dikin ku herî kêm 920 kesan canê xwe ji dest dane û 600 kes jî birîndar bûne.”

Cîgirê Berdevkê Hikûmeta Afxanistanê Bîlal Kerîmî jî ji AFP re got: “Gelek xanî wêran bûne û gelek kes hîn jî di bin kavilan de mane.”

Kerîmî got: “Em bang li ajansên alîkariyê dikin ku alîkariyên bilez pêşkêşî mexdûrên erdhejê bikin, da ku karesateke mirovî rû nede.”

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand, îro di demjimêrên serê de erdhejeke bi tundiya 6.1 hin herêmên Efxanistan û Pakistanê hejandin.

Di heman demê de jî erdhejeke duyemîn a bi tundiya 4.5an li heman herêmê rû da.

Li gor şarazayan, karîna pêşkêşkirina xizmetên lezgîn ên Afxanîstanê ji zû ve kêm in lawaz e û ew welat nekare bi tena serê xwe bi karesatek xwezayî ya mezin re rûbirû bibe.