Mihemed bin Selman gihîşte Enqerê

Şahzadeyê Erebistana Siûdî bi serdaneke fermî gihîşte Enqerê û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve bi merasîmeke taybet hat pêşwazîkirin.
Mihemed bin Selman û Recep Tayyip Erdogan
Mihemed bin Selman û Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şahzadeyê Erebistana Siûdî bi serdaneke fermî gihîşte Enqerê û ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve bi merasîmeke taybet hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê, îro çarşemê 22yê Hezîrana 2022yan, Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman gihîşte Enqerê û li Koşka Serokomariya Tirkiyê ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Serdana Mihemed bin Selman bo Tirkiyê piştî serdana wî ya bo welatên Misir û Urdinê tê, ku di wan serdanan de çendîn rêkeftinên di warên geştyarî, aborî û bazirganî de hatin kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di meha Nîsana borî de ji bo bihêzkirina pêwendiyan, serdana Erebistana Siûdî kiribû.