Şaredariya Êlihê: Peykerê Cegerxwîn hatiye dizîn

Şaredariya Êlihê piştî belavbûna nûçeyên rakirina peykerê Helbestvan Cegerxwîn, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew peyker hatiye dizîn.
Peykerê Cegerxwîn
Peykerê Cegerxwîn

Hewlêr (K24) – Şaredariya Êlihê piştî belavbûna nûçeyên rakirina peykerê Helbestvan Cegerxwîn, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew peyker hatiye dizîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 21ê Hezîrana 2022yan ragihandibû, peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Cegerxwîn ku di sala 2007an de li Parka Kî Ne Em hatibû danîn, ji aliyê qeyûmê Elihê ve hatiye rakirin.

Piştî belavbûna nûçeya rakirina peykerê Cegerxwîn, Şaredariya Êlihê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji ber hin nûçeyên di weşanên çapemeniyê de derketine û dibêjin peykerê Helbestvan Cegerxwîn ji  Parka Kî Ne Em hatiye rakirin, pêwîstî hatiye dîtin ku daxuyanî bê dayîn.”

Şaredariyê eşkere kir: “Li ser lêkolînên kamerayan hatiye tespîtkirin ku peyker ji aliyê dizan ve hatiye dizîn.”

Herwiha diyar kir: “Li ser vê mijarê hêzên ewlekariyê hatine agahdarkirin û derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Peyker ji aliyê şaredariya me  ve ji cih nehatiye rakirin.”

CEGERXWÎN KÎ YE?

Helbestvan Cegerxwîn di sala 1903yan de li gundê Hesarê yê ser bi navçeya Kercewsê ya Êlihê, ji dayîk bûye. Navê wî yê esil Şêxmûs e.

Seydayê Cegerxwîn waneyên ewil ji Mele Îbedilahê Kûlatî werdigire. Di heman demê de destûrnameya xwe ya seydatiyê jî ji wî werdigire. Li gelek deverên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê meletiyê dike. Gera wî ya li çar parçeyên Kurdistanê derfetê dide wî ku zaravayên Kurdî hîn bibe û bibe xwediyê ferhengeke dewlemend û Kurdewar.

Helbestvanê nemir di sala 1930yî de dest bi karê siyasetê dike, êdî giraniya xwe dide ser derd û kulên welat. Di avakirina hişmendiya Kurdewariyê de barekî girîng da ser milê xwe û bandoreke mezin li ser gelê Kurdistanê kir.

Cegerxwîn bi helbestên xwe, ne tenê bandor li gel û siyasetmedar û helbestkaran kir, di heman demê de bandoreke mezin li muzîka Kurdî jî kiriye.

Seydayê Cegerxwîn di 22yê Cotmeha 1984an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.