Talîban ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze

Hikûmeta Talîbanê ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze û dibêje: “Em bi tena serê xwe nikarin vê rewşê çareser bikin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Talîbanê ji civaka navdewletî alîkariyê dixwaze û dibêje: “Em bi tena serê xwe nikarin vê rewşê çareser bikin.”

Cîgirê Wezîrê Karesatên Sirûştî yê Hikûmeta Talîbanê ya li Efxanistanê Şerefedîn Muslîm di civîneke çapemeniyê de ragihand, bi hezaran xanî ji ber erdhejê wêran bûne û li hinek gundan xaniyek jî nemaye.

Şerefedîn Muslîm diyar kir: “Hîn jî hejmarên hemû qurbaniyan li ber dest nîne, lê belê li gor zanyariyên me, herî kêm 920 kesan canê xwe ji dest dane û 600 kes jî birîndar bûne. Dibe ku ev hejmar zêde bibe.”

Muslîm eşkere kir: “Em bi awayekî tekez nizanin çend xanî xerab bûne, lê belê hemû wan gundên erdhej lê qewimîne, wêran bûne, bi awayekî ku gund heye tê de xanî nemaye, em dikarin bibêjin ku bi hezaran xanî wêran bûne.”

Cîgirê Wezîrê Karesatên Sirûştî berê xwe dide civaka navdewletî û dibêje: “Em ji civaka navdewletî daxwaz dikin alîkariya welatê me bikin, ji ber ku em bi tena serê xwe nikarin vê rewşê çareser bikin. Em dixwazin civaka navdewletî dest bi xebata ligel me bike û hevahengiya me berdewam be.”

Derengê şeva borî erdhejekê bi hêza 6.1 pile li başûrê rojhilatê Efxanistanê rûda, di encamê de heta niha 1000 kesan canê xwe ji dest dan û 1500 kes jî birîndar bûn.