Sancar: Em pêşbînî nakin desthilat dest bi proseyeke nû ya çareseriyê bike

Mîthet Sancar: Pêşniyazên aliyên opozîsyonê jî ji bo çareseriya pirsa Kurd ne diyar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê Mîthet Sancar da xuyakirin, ew pêşbînî nakin desthilat dest bi proseyeke nû ya çareseriyê bike û pêşniyazên aliyên opozîsyonê jî ji bo çareseriya pirsa Kurd ne diyar in.

Hevserokên HDPê Mîthet Sancar û Pervîn Buldan, duhî li zîndana Edîrneyê serdana Selahedîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî kirin. Piştî serdanê, Hevserokê HDPê Mîthet Sancar ji rojnameyeke Tirkiyeyê re axivî.

Sancar derbarê hilbijartinên bê de diyar kir, HDP û Demîrtaş hevnêrîn in. Ew dixwazin di çarçoveya pîvanan de namzetê hevbeş yê aliyê opozîsyonê were diyarkirin, eger na, HDP dê namzetê xwe destnîşan bike.

Sancar got, ew pêşbînî nakin desthilat dest bi proseyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd bike, lê derbarê pêşniyarên aliyên opozîsyonê de jî tu zanyariya wan nîne.

Sancar li ser nîqaşên derbarê tecrîda li ser Ebdulla Ocalan û got, tecrîd ji bo hemû girtiyan neyasayî ye. Wek her kesekî ew dixwazin Ebdulla Ocalan jî nêrînên xwe bibêje. Ew zehmet dibînin, Ocalan bi helwest û gotinên xwe karê AKPê hêsantir bike.