Firokexaneya Şamê pişt rawestandina 13 rojan vedigere xizmetê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Veguhestinê ya Sûriyê îro ragihand, Firokexaneya Navdewletî ya Şamê ji îro Pêncşemê ve dê vegere xizmetê, piştî ku ji ber êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê ziyanên mezin gihîştibûnê.

Wezîrê Veguhestinê Zuhêr Xuzeym ji ajansa “SANA” re piştrast kir, karên çakkirinê li firokxaneyê bi dawî dibin û hemû firoke dikarin ji roja Pêncşemê ve dest bi geştên xwe bikin.

Xuzeym bal kişand ser wê yekê ku firokexane dê bi hemû hêza xwe ji bo xizmetkirina rêwiyan û kompaniyên kargêr kar bike, piştî ku çakkirina ziyanên mezin li firokexaneyê bi dawî hatin ku di encama êrişa vê dawiyê ya Israîlî de ew ziyanên mezin gihîştibûnê.

Roja 10ê Hezîranê Îsraîlê baregehên Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên Îranî li Firokxaneya Navdewletî ya Şamê kiribûn armanc û ziyaneke mezin gihîştibûye.

Hikûmeta Sûriyê jî di daxuyaniyekê de ragihandibû: ”Êrîşa hovane ya Israîlî binesaziya Firakxaneya Şamê ya Navdewletî kir armanc, û firokexane ji xizmetê derket, ji ber ku gelek cihan bi awayekî berçav ziyan dîtin.”