Hatina geştiyaran bo Diyarbekirê zêde bûye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Piştî ku Diyarbekir di lîsteya geştiyariyê ya kompaniyên Rojavayê Tirkiyeyê de cih girt, gelek geştiyar ji Rojavayê Tirkiyeyê berê xwe didin Diyarbekir û di encama vê yekê de jî geştiyariya Diyarbekir %51.5 zêde bû.

Sala 2022an ji bo Diyarbekirê di warê geşt û guzariyê de bi xêr û bereket derbas dibe ku li gorî 5 mehên 2021an di 5 mehên 2022an de serdana geştiyaran bo Diyarbekirê %51.5 zêde bûne. Ev geşbûn û zêdebuna geştiyarên Diyarbekirê di encama cihgirtina Diyarbekirê nava lîsteyên geştiyariyê yên kompaniyên Rojavayê Tirkiyeyê de rû da. Gelek geştiyarên ku ji Rojavayê Tirkiyeyê berê xwe didin Diyarbekir dibêjin bedewbûna şunwarên Diyarbekir ên dîrokî hêjayî dîtinê ne.

Geştiyar: “ji bo Diyarbekirê digotin Parîsa Rojhilat. Ez hatim min Diyarbekir dît. Bi rastî ji Parîsê jî xweştir e. Xwezaya Diyarbekir û şûnwarên dîrokî gelek bedew û bibandor in.”

Li gorî daneyên Gerînendehiya Geşt û Guzariya Diyarbekir di 5 mehên pêşî yên 2021an de 165 hezar û 857 geştiyaran serdana Diyarbekir kirine û 5 mehên îsal de ev reqem gihîştiye 251 hezar û 266 geştiyaran ku geştiyarên cara yekem e Diyarbekir dibînin didin zanîn ku wan nedizanî Diyarbekir evqas qedîm û dewlemend e.

Geştiyar: “Cara yekem e ez têm Diyarbekir, min nedizanî Diyarbekir evqasî xweş e. Dîroka Diyarbekir gelek dewlemend e. Ez dixwazim careke din jî werim. Mirov baş in, bajar xweş e. Çandeke qedîm li vê derê heye. Wextê me gelek xweş derbas dibe.”

Geştiyar: “Em derketin geşta Dîlok, Ruha, Mêrdîn, Çiyayê Nemrudê û Diyarbekirê. Geştek gelek xweş bû. Min ji xwezayê gelek hes kir. Niha emê vegerin bajarê Samsûnê.”

Yek ji şunwarên dîrokî ku sûdeke mezin dide geştiyariya Diyarbekirê jî Keleha Zêrzevanê ye, li gorî daneyan di 5 mehên pêşî yên îsal de 103 hezar û 718 geştiyaran serdana Diyarbekirê kirine. Bo îsal armanc ew e kul i tevahiya Diyarbekirê hijmara geştiyaran bigihîje 1 milyonî.