Di Kabîneya Nehem de 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan hatine xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî hebûna qeyrana darayî û belavbûna nexweşiya Koronayê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan xerc kirine.
Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyariyan, xerciyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sê salên borî de, bi vî awayî bûn:
Sala 2019: 243 milyar Dînar
Sala 2020: 151 milyar Dînar
Sala 2021: 446 milyar Dînar
Koma Giştî: 840 milyar Dînar
Li gor daneyan, ji meha Tîrmeha 2019an heta dawiya sala 2021ê, koma xerciyên Kanîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di projeyên wiha de bûn:
Rê: 392 milyar Dînar
Şarewanî: 282 milyar Dînar
Elektirîk: 25 milyar Dînar
Saylo: 37 milyar Dînar
Perwerde: 26 milyar Dînar
Nişticihbûn: 25 milyar Dînar
Bendav: 22 milyar Dînar
Sektorên cuda: 31 milyar Dînar