3 ciwanên Amûdê li ser sînor ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin êşkencekirin

Du zarok û xortekî 18 salî yên ji gundewarê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Tirkiyê hatin girtin û êşkencekirin.
Sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê, wêne: arşîv
Sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Du zarok û xortekî 18 salî yên ji gundewarê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Tirkiyê hatin girtin û êşkencekirin.

Jêderekî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê du zarokên temen 16 salî û xortekî 18 salî li ser sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê, hewl dan li ser sînor derbasî Tirkiyê bibin û di dema derbasbûnê de ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine girtin û bi awayekî hovane hatine êşkencekirin.

Jêderê K24ê eşkere kir, navên her du zarokên 16 salî Dilyar Mecîd Silêman û Malik Xedban e, navê xortê 18 salî jî Dildar Mecîd Silêman e.

Herwiha diyar kir ku her sê xort ji gundê Sinceqa Se'dûn ê ser bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Amûdê
Amûdê
1