Dana Gas: Di êrîşa mûşekî de du karmendên me birîndar bûn

Kompaniya Dana Gas a Îmaratî di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşa mûşekî ya duh de ku bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, du karmendên wan bi sivikî birîndar bûne.

Hewlêr (K24) – Kompaniya Dana Gas a Îmaratî di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşa mûşekî ya duh de ku bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê hat kirin, du karmendên wan bi sivikî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya kompaniya Dana Gas, birîna her du karmendên wan sivik e û piştî wergirtina çareseriyê, cardin vegeriyan ser karê xwe.

Dana Gas eşkere kir, kompaniya wan ligel hêzên ewlehiyê di lêkolîna derbarê wê êrîşê de beşdar e û piştî êrîşê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzeke mezin ji bo parastina wan, li wê deverê bi cih kirine.

Duh êrîşeke mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin, ku kompaniya Dana Gas veberhênanê tê de dike.

Kompaniya Dana Gas, li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.