Serbazên Ukraynayê ji rojhilat vedikişin

Hêzên Ukraynayê piştî çend hefteyên şerekî dijwar, neçar dibin ku ji bajarê Severodonetsk yê li rojhilatê Ukraynayê vekişin.
Serbazên Ukraynayê, wêne: AFP
Serbazên Ukraynayê, wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaredariya Lugansk îro înê 24ê Hezîrana 2022yan eşkere kir, hêzên Ukraynayê piştî çend hefteyên şerekî dijwar, neçar dibin ku ji bajarê Severodonetsk yê li rojhilatê Ukraynayê vekişin.

Li gor zanyariyên ajansa AFPê, Serokê Şaredariya Lugansk Sergey Gayday ragihandiye, artêşa Ukraynayê ji bajarê Severodonetsk vedikişe û got: “Li ser vê mijarê ferman gihîştiye me.”

Çar meh in li Ukraynayê şer didome, beriya niha şer heta ber deriyê Kîeva paytexta Ukraynayê gihîşt, piştre Moskow arasteya şerê xwe bire aliyê rojhilat û çend hefte ne, şerekî dijwar û xwînavî li wê deverê didome.