Derbarê Baroya Diyarbekirê de lêpirsîneke nû dest pê kir

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hinceta daxuyaniya Baroya Diyarbekirê ku di 24ê Nîsanê de, bi sernivîsa ‘Em êşên felaketa mezin parve dikin’ hatibû ragihandin, lêpirsîn da destpêkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê bi hinceta daxuyaniya Baroya Diyarbekirê ku di 24ê Nîsanê de, bi sernivîsa ‘Em êşên felaketa mezin parve dikin’ hatibû ragihandin, lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ragihandiye ku bi destûrdayîna Wezareta Dadî ya Tirkiyê di derheqê rêvebirên Baroya Diyarbekirê de bi hinceta ‘Biçûkkirina Miletê Tirk, dewleta komara Tirkiyê û sazî û dezgehên dewletê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Di salên 2016 û 2018an de jî li rêvebirên Baroya Diyarbekirê yên wê serdemê, bi hinceta ‘Bi aşkereyî di nav gel de peydakirina kîn û dijminahiyê, biçûkxistina Parlamentoya Tirkiyê û miletê Tirk’ doz hatibû vekirin.