Li Îranê erdhej rûda
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê bi hêza 5.6 pile erdhej qewimî.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA, navenda erdhejê navçeya Bender Çarek a li parêzgeha Hurmuzgan bûye û erdhej di demjimêr 08:07an de bi hêza 5.6 pile rûdaye.
Herwiha hat eşkerekirin ku erdhej 22 kîlometre di bin erdê de qewimiye.
Li ser ziyanên canî û maddî, ji aliyê rayedarên Îranê ve hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.