Li Sêrtê şerê çekdarî: 2 kuştî û 3 birîndar

Li gundekî parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera cerdevanan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gundekî parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera cerdevanan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku cerdevanên gundê Sanohê çûne gundê Bestanê û ji ber sedema erd di navbera wan de nîqaş derketiye.

Piştî nîqaşê çek hatine bikaranîn û li gor zanyariyan 5 cerdevan bi çekên dirêj hatine gulebarankirin û 2 ji wan hatine kuştin.

Gelek cendirme û tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û kesên ku di pevçûnê de birîndar bûne bi ambulansan rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat diyarkirin ku li deverê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê hatine girtin.