Ukrayna dibe berendama Yekîtiya Ewropayê

Şarezayê Siyasî: “Rûsya niha dixwaze Ewropa yekgirtî nebe, loma her pêngavek ber bi arasteyî zêdebûna endamên li Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê Moskowê ve weke neyênî tê dîtin."

Moskow (K24) – Yekîtiya Ewropayê biryar da, Ukrayna û Moldova weke du berendamên Yekîtiya Ewropayê werbigrin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 17ê Hezîrana îsal de got ku Yekîtiya Ewropayê rêxistineke siyasî û aborî ye û Moskow li dijî endambûna wan nîne. Lê belê çend demjimêr piştî biryara YEyê ya ji bo wergirtina wan herdu welatan, Cîgirên Nûnerê Rûsya yên li Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê Rûsya yê li Yekîtiya Ewropayê, ev biryar weke dijminkarî bi nav kirin.

Şarezayê Siyasî yê li Moskowê Îqbal Dure ji K24ê re ragihand: “Rûsya niha dixwaze Ewropa yekgirtî nebe, loma her pêngavek ber bi arasteyî zêdebûna endamên li Yekîtiya Ewropayê, ji aliyê Moskowê ve weke neyênî tê dîtin, derbarê Ukraynayê de rewş xirabtir e, di dema borî de serkirdeyên Ewropayê serdana Kîevê kirin û hemû daxuyaniyên wan, li Rûsyayê bi dijwar û gefên tund hatin dîtin, çimkî tekezî li ser zêdekirina alîkariya serbazî bo Kîevê dikirin.”

Îqbal Dure destnîşan kir: “Rûsya di wê baweriyê de ye ku ev alîkarî armancên operasyonê naguherîne, lê belê rêjeya qurbaniyan dê li her du aliyan zêde bike, tevî ku Ewropa alîkariya serbazî ji bo Ukraynayê zêde dike, lê di heman demê de petrol û gaza Rûsyayê jî dikire, loma Rûsya naxwaze ev pêwendî bi temamî têk biçe, çimkî zirareke mezin a aboriyê dê bibîne.”

Her çiqas Ukrayna weke berendama Yekîtiya Ewropayê hat wergirtin, lê vê rewşa niha ya li welat diqewime, bargiraniyeke din li ser Yekîtiya Ewropayê dê zêde bike.

Cîgirê Serokê Peymangeha Ewropa ya li Moskowê Vladislav Belov ji K24ê re eşkere kir: “Rûsya dê li hinek parêzgehên Ukraynayê bimîne û encama wê jî zelal nîne, ew berdewam dibe di pêdagiriya ji bo qebûlkirina vê rewşa derketî ya wan deveran de dike, Yekîtiya Ewropayê û Ukrayna jî hewl didin ku wan deveran vegerînin.”

Vladislav Belov diyar kir: “Kêşeya Rûsyayê ligel welatên Seovyeta berê tune ye, eger pêwendiya wan ligel rojava hebe, lê belê Yekîtiya Ewropayê mercê wê ew e ku ew welat yan divê ligel Rûsyayê hevpeyman bin yan jî ligel wan. Di serdema Angela Merkel de hewl hebû li Ukrayna siyaseteke bi vî rengî bimeşîne û ligel Vladimir Putin di nîqaşê de bûn, lê belê Serokê Encûmena Ewropayêç li dijî vê yekê bû, tiştê ku niha em dibînin, encama serkêşiya Ewropayê bû.”